Kanala ROJAVA TV

HEVSEROKA KNK’Ê ZEYNEB MURAD SERDANA SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER KIR

Hevseroka Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad û hejmarek Endamên Desteya Rêveber a KNK ya Rojavayê Kurdistanê, serdana çend saziyên Rêveberiya Xweser, lêkolîn û Kongra Star kir.
Serdan ji Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Şehîdan dest pê kir û tê de Zeyneb Murad bal kişand li ser berxwedaniya pakrewanan û tekez kir ku bi saya wan azadî û demokrasî belav dibe.
Piştî wê, şandeyê berê xwe da Navenda Firat a Lêkolînan, Meclisa Cîbicîkar, Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê.
Herî dawî, şanede derbasî navenda Kongra Star bû û bi vê serdanê gera xwe bi dawî kir.
biryar e di rojên pêş de jî şande serdana saziyên cuda bike.