RÊVEBERIYA XWESER 76 MALBATÊN KOÇBER JI KAMPA HOLÊ VEGERANDIN CIHÊ WAN
Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 76 malbatên koçber ên ji herêmê ku li kampa holê bi cih dibûn; vegerandin cihê wan.
Rêveberiya Xweser sala 2019’an ji bo koçberên ku di kampa Holê de dimînin, biryareke ku vegerîna koçberan pêş de bîne, xistibû meriyetê.
Di çarçoveya biryarê de Ofîsa Kar û Barên Koçberan ya rêveberiya xweser Konvoyeke ku ji 76 malbatan pêk tê, ji kampa holê derxist û berê wan da cihê wan.
Konvoya Koçberan vê sibehê ji kampa holê derket û ber bi Rojhilatê gundewarê Dêrazorê ve çû.