Kanala ROJAVA TV

NÊZÎKA 4 MEHAN E BERXWEDANA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ DEWAM DIKE

Nobetdarên li bendava Tişrînê piştigiriya xwe bi hêza xwe re nîşan dan û gotin, dewleta Tirk û çeteyên wê çiqas komkujiyî û qirkirinan li ser wan bînin, lê ew ê her dem li ber xwe bidin.

Ev nêzîka 4 mehan e berxwedana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser Bendava Tişrînê dewam dike.

Di çalakiyan de şênî govendan digerînin, bi diruşman banga mafên xwe yên azadî û edaletê û parastina avahiyên xizmetguzarî yên giştî dikin.

Girêdayî vê yekê, beşdarên çalakiya nobedê ji Rojava Tv re axivîn û piştigiriya xwe bi hêza xwe re nîşan dan.

Asya Hisên ku yek ji çalakgerên bendavê ye diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê çiqas komkujiyî û qirkirinan li ser me bîne, ew ê her dem li ber xwe bidin.

Beşdarên çalakiya nobedê di dawiya axaftinên xwe de anîn ziman ku ne dagirkeriya Tirk ne jî çeteyên wê dikarin rê li pêşiya me bigirin. Em ê heta serkeftinê berxwedanê bidomînin.