KURDÊN ROJAVA SERKEFTINA KONFERANSA KURDÎ PÎROZ KIRIN
welatiyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrînî serkeftina konferansa Kurdî pîroz kirin û gotin di vê qonaxa hestiyar de yeknêrîn û yekhelwestên kurdî serkeftineke mezine.
Her wiha Koçberên Efrînî destnîşan kirin ku konferansê hêviya wan a vegera li warê wan mezintin kir.
Piştî demeke dirêj ji hewldan û danûstandinan, duh konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Konferans ji bo tevahî Kurdên li Kurdistan û cîhanê bû cihê kêfxweşiyê.
Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrînî nêrîn û nirxandinên xwe ji ROJAVA TV re parve kirin.
Welatiyê ji Qamişlo Ehmed Ebdulkerîm konfirans bi rojeke dîrokî binav kir û diyar kir ku di vê qonaxa hestiyar de yeknêrîn û yekhelwestên kurdî serkeftineke mezin e.
Her wiha Koçbera Efrînî Sewsen Xelîl jî konferans pîroz kir û destnşan kir ku konfiransê hêviya wan a vegera li warê wan mezintin kir.
piştî bidawîkirina konferansê li seranserî herêma bakur û rojhilatê welatî daketin qadan û bi govend û dîlanan biserketina konferansê pîroz kirin.