JI BO ŞÎROVEKIRINA REWŞA SIYASÎ LI REQAYÊ KOMXEBATEK HATE LIDARXISTIN
Meclisa cîbcîkar a kantona Reqayê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya herî dawî li herêmê, komxebatek li dar xist.
Komxebat di bin serenavê ” Ber bi xurtkirina diyaloga civakî ” li navenda çand û hunerê ya li bajêr hat li dar xistin.
Bi dehan Rewşenbîr, Siyasetmedar, Hiqûqnas, endamên MSD’ê û şêx û rûspiyên herêmê amade bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Mehmûd El Mislit ve hate kirin.
Mehmûd El Mislit behsa pirsgirêkên civakî û rewşa herêmî ya herî dawî kir.
Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşan, bi dawî bû.