Kanala ROJAVA TV

ÇALAKGERÊN LI BENDAVA TIŞRÎNÊ KONFERANSA YEKRÊZIYA KURDÎ SILAV KIRIN

 

Nobedarên Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava silav kirin .

Şêniyên kantona Firatê yên çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê dewr girtiye bi daxuyaniyekê, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava, silav kirin.

Nobedaran konferans li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin konferans dê yekitiya gelê Kurd pêk bîne.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye.