KESKÎN BAYINDIR: MODELA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN BIBE NIMÛNE
KESKÎN BAYINDIR- HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ DBP'Ê
Şandeyeke Dem Partiyê û DBP’ê ji duh ve li Rojavayê Kurdistanê ne û di derbarê banga aştî û civaka demokratîk de hevdîtinan pêk tînin. Her wiha dê sibe beşdarî konferansa Kurdî jî bibin.
Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji Rojava TV re ragihand ku, modela Rojavayê Kurdistanê dê ji bo Rojhilata Navîn bibe nimûne û piştevaniya xwe ya ji bo statuya Rojava piştrast kir.