XELKÊN HERÊMÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA QEREÇOXÊ BI BÎR ANÎN
Bi sedan xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di salvegera 8’an a komkujiya Qereçoxê de, berê xwe dan çiyayê Qereçoxê û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.
Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û bi sedan xelkên herêmê beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîma bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîneyên Parastina Gel YPG û Rêveberiya Xweser a kantona cizîrê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de şehîdên komkujiya çiyayê Qereçoxê hatin bibîranîn, her wiha hat gotin, berxwedana gel a ku ji çiyayê Qereçoxê di sala 2017’an de dest pê kir û îro li bendava Tişrînê dewam dike, serkeftina şoreşê misoger kir.
Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan, mertalên ku li ser wêneyên şehîdên komkujiyê hebûn pêşkêşî malbatên wan kirin.