ŞÊNIYÊN REQAYÊ ŞEHÎD DIYALA SILÊMAN Û FEWAZ EL HEMADA OXIR KIRIN
Şêniyên kantona Reqayê cenazeyên endama Hîlala Zerîn Diyala Silêman û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz El Hemada bi mersîmekê oxirkirin. Di merasîmê de şehadeta şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaeldîn Termiş jî hate aşkerakirin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û konbûna Jinan a Zenûbiya axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin her wiha hat gotin ku, ew ê ji bo pêkanîna armancên şehîdan her di nava berxwedanê de bin.
piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan de hgatin oxirkirin.
Endama Hîlal Zerîn Diyala Silêman di 23’yê Nîsana 2025’an de dema ku bi şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrezorê re beşdarî berxwedana bendava Tişrînê bû şehîd bû.
her wiha şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz El Hemada di Kanûna 2024’an de û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Diyaeldîn Termiş jî di 8’ê Kanûna 2024’an de di berxwedana li bendava Tişrînê de şehîd bûn.