LI HESEKÊ QURBANIYÊN KOMKUJIYA ERMENAN HATIN BIBÎRANÎN
Meclisa Civakî ya Ermenî li Hesekê di salvegera 110’emîn a Komkujiya Ermenan de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk berdewama dîrok û siyaseta Dewleta Osmanî ye.
Merasima bîranînê li hola Serdem a bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên leşkerî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Ermen hat li dar xistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, mûm hatin vêxistin.
Paşê axaftin ji aliyê Meclisa Civakî ya Ermenî, Yekitiya Jinên Ermen, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk ve hatin kirin.
Axêveran qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê bi berxwedan û têkoşînê rê li ber qirkirinan bigirin.
Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina şanoyeke li ser komkujiyê û xwendina helbestan bi dawî bû.