SÊYEMÎN FESTÎVALA BIHARÊ YA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA BI DAWÎ BÛ
Sêyemîn festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava, ku doh hatibû dest pê kirin, îro bi dayîna diyariyan bi dawî bû.
Sêyemîn festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava ku du rojan dewam kir, îro li avahiya zanîngehê ya Qamişlo bi dawî bû.
Di roja duyemîn de pêşbirka şêwekariyê hat li dar xistin.
Her wiha koma govend, stranan û helbestvaên Kobanê, berhemên xwe pêşkêş kirin.
Xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûne, diyar dikin çalakiyên wiha ji bo wan dibin sedema bilindkirina moralê.
Festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava bi pêşkêşkirina xelatan bo beşdarên pêşbirkê û gerandina govendê bi dawî bû.