Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA REQAYÊ ÇANDA JENÎNA ALAVÊN MÛZÎKÊ ZINDÎ DIBE

Ji bo parastina Çanda herêmê û pêşxistina çanda fêrkirina amûrên muzîkê, hunermend Mihemed Hemdelis kargeheke çêkirina amûrên mûzîkê li Reqayê vekiriye.
Mihemed hêvî dike ku her kes xwedî li çand û hunera xwe derkeve.

Gelên herêmê bi salane bi rêya çand û hunerê karîne hebûna xwe biparêzin û nasnameya xwe îsbat bikin.

Bi hezkirin, parastin û xwedîderketina çanda xwe re karîne li ser piyan bimînin. Li kantona Reqayê jî bi dehan hunermendên ku xizmet ji çand û hunerê re kirine, hene.

Yek ji wan jî Mihemed Hemdelis ê 40 salî ye, ji bo ku çand û hunerê biparêze, amurên muzîkê çêdike û difroşe.

Mihemed Hemdelis ji Rojava Tv re dibêje, ji ber kêmbûna amûran li kantona Reqayê, wî dest bi çêkirina wan kiriye.

Mihemed Hemdelis li hêleke din jî diyar kir ku di nava 5 salan de, hejmara kesên ku li amûran dixin di Reqayê de 350 kes derbas kiriye. Gelek kes hezkirin û wateya mûzîkê bi awayên cuda cuda pênase dikin. Mihemed Hemdelis jî mûzîkê wekî hevalê xwe yê herî nêzîk pênase dike.

Ji ber wê ew hêvî dike ku çanda lêxistina Amûrên Muzîkê di nava gelê herêmê de zêde bibe û êdî her kes çanda xwe bide nifşên pişt xwe jî.