Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN JI KOBANÊ SALVEGERA ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ PÎROZ KIRIN

22’yê Nîsanê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, derbarê mijarê de rojnamevanên ji bajarê Kobanê axivîn û Roja Rojnamegeriya Kurdî li her kesî pîroz kirin û gotin, Gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ragihandina kurdî parast.
Rojnamevanan anîn ziman ku tevî zehmetî û zextan, Ragihandina kurdî karîbû bibe dengê rastiyê û belavkirina heqîqetê, Mînaka berbiçav jî bendava tişrînê ye.

Bi derketina rojnamegeriya kurdî re Ziman, çand û kevneşopiyên kurdan hatin parastin. Ji destpêka avakirina Rojnameya Kurdistanê ve û heta roja me ya îro, dezgehên çapemeniyê yên Kurdî her dem rastî qedexe û pêşîlêgirtinan hatine, lê her dem xebatên xwe berdewam kirine.

bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ragihandina Kurdî gavên herî pêşketî avêtin û gelek rojnemevanan xwe kirin fedayî rastiyê û li ser şopa heqîqetê şehîd bûn.

22’yê Nîsanê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, derbarê mijarê de rojnamevanên ji bajarê Kobanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li her kesî pîroz kirin û gotin, Gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ragihandina kurdî parast.

Rojnamevanên ji Kobanê bi bîr xistin ku tevî zehmetî û zextan, Ragihandina kurdî karîbû bibe dengê rastiyê û belavkirina heqîqetê, Mînaka berbiçav jî bendava tişrînê ye.

weşandina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê ”Kurdistanê ji aliyê Miqdad Bedirxan ve di 22’yê Nîsana 1898 ‘an de, destpêka rojnamegeriya kurdî û tovê ragihandina azad a jinan bû ku bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re dest pê kir.