Kanala ROJAVA TV

GIRÛPA XEWNÊN BIÇÛK BI BERHEMÊN KARÊ DESTAN BEŞDARÎ FESTÎVALA JINÊ BÛN

Festîvala Wêje û Hunera Jinan ku di 17’ê Nîsanê de bi bin dirûşeya ” hunera azad bi reng û dengê jinê ye” li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, doh bi xelatkirina serkeftiyan bi dawî bû.

di beşa karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzdî amade bûn.

nûçegihana me Bêrîban Qasim di festîvalê de serdana girûpa xewnên bi çûk kir û ji nêz ve karê wan şopand.