KONGRA STAR A FIRAT Û HELEBÊ BI ŞAHIYÊN CUDA SALVEGERA DAMEZIRANDINA KJK’Ê PÎROZ KIR
Her wiha, Meclîsa Kongra Star a kantona Firatê û Kongra Star a Helebê, şahiyên girseyî li dar xistin û ev roj pîroz kirin.
Di şahiyan de tekezî li ser mezinkirina têkoşîna jinan a ji bo azadiyê hat kirin.
Hevdemî 20’emîn salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) , li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şahiyên girseyî hatin lidarxistin.
Kongra Star a kantona Firatê bi dirûşma “Azadî bi avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan misoger dibe, 20’emîn salvegera damezirandina KJK’ê bi şahiyekê pîroz kir.
Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar ket.
Di şahiyê de banga Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê ya ji bo jinan ji aliyê endama Komîteya Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Ronîda Elî ve hatin xwendin.
Jinên beşdarî şahiyê bûn, salvegera damezirandina KJK`ê li tevahî kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û Rêber Apo pîroz kirin.
Bi heman boneyê; Kongra star a bajarê Helebê jî, şahiyek li eywana ”Star Layt” bi beşdariya bi dehan ji herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.
Şahî bi qeke rêzgirtin destpêkir, paşê li ser navê Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê axaftin hatin kirin.
Di nava axaftinan de, rola Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di parastina îradeya jinê û dengvedana wê li cîhanê de, hat tekezkirin.
herdu şahiyên bi boneya salvegera 20’an a damezirandina (KJK) bi stran û gerandina govendên bi coş bi dawî bûn.