KONGRA STAR BI BONEYA SALVEGERA 20’EMÎN A KJK’Ê DAR LI QAMIŞLO ÇANDIN
Endamên Kongra Star bi wesîleya salvegera 20’emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li Qamişlo daxuyaniyek dan û salvegera KJK’ê pîroz kirin.
Her wiha Endaman 35 şitilên daran ên cûrbecûr jî çandin.
Di 18’ê Nîsana 2005’an, Komalên Jinên Kurdistan (KJK) hate damezirandin.
Kongra Star ya bajarê Qamişlo îro bi boneya salvegera damezrandina KJK’ê çalakî li dar xistin.
Kongra Star destpêkê daxuyaniyek di bin dirûşma “Konfederaliya demokratîk a jinan mîsogeriya azadiyê ye” da.
Di daxuyaniyê de salvegera 20’emîn a damezirandina KJK’ hat pîrozkirin û şehîdên têkoşîna azadiyî hatin bibîranîn.
Jinên beşdarî çalakiyê bûn salvegera 20’emîn a damezirandina KJK’ pîroz kirin û gotin, KJK nasname û hebûna tevahî jinane.
Li aliyekî din beşdaran di nava axaftinên xwe de diyar kirin ku bi damezirandina KJK’ê re rêya azadiyê jinan ronî bû.Di çarçoveya pîrozbahiyê de Endamên Kongra Star piştî daxuyaniyê li parka taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo 35 şitilên daran çandin.