TÊKOŞÎNA JI BO TÊKBIRINA XETERIYA DAIŞ’Ê DEWAM DIKE
Têkildarî operasyona Ewlehiyê ya li kampa Holê, Fermandara giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilat Mihemed diyar kir ku armanca wan ji operasyonê parastina xelkên herêmê ji xeteriya DAIŞ’ê ye.
Her wiha Rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Holê Aras Mihemed jî anî ziman ku valahiya ewlehiyê ya li sûriyê, rê dide DAIŞ’ê ku xwe careke din xwe birêxistin bike.
Têkoşîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ya li hember şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.
Hêzên leşkerî ji bo rê li ber hewldanên şaneyên DAIŞ û jinûvezindîkirinê bigirin, di dem û cihên cuda de bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.
Têkildarî operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê ku îro ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve hat destpêkirin, Fermandara giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hilat Remaedan Mihemed diyar kir ku armanca wan ji operasyonê parastina xelkên herêmê ji xeteriya DAIŞÊ ye.
Li aliyejî din Rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Holê Aras Mihemed jî anî ziman ku, DAIŞ sûd ji valahiya ewlehiyê ya li Sûriyê girt û hewl dide careke din xwe li herêmê zindî bike.
Hejmara niştecihên kampa Holê 35 hezar û 323 e, ji wan 13 hezar û 124 kes penaberên iraqî ne, 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî ne, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ ne.
Kampa Holê ku 40 kîlometreyan dikeve başûrê bajarê Hesekê wekî “bombeyeke li ber teqînê” ye tê binavkirin.