NEXWEŞXANEYA ZAROKANÎNÊ YA LI TEBQAYÊ PÊDIVIYÊN XELKÊN DABÎN DIKE
ROZA HISO - RÊVEBERA NEXWEŞXANEYA ZAROKANÎNÊ YA LI TEBQAYÊ
Naxweşxaneya zarokanînê ku ji aliyê Desteya Tendirustiyê ya Bakur Û Rojhilatê Sûriyê ve li kantona Tebqayê hat avakirin, di dabînkirina pêdeviyên tendirustî yên xelkê de berdewam e.
Nexweşxaneya zarokanînê ya li Tebqayê bi armanca kêmkirina zexta li ser nexweşxaneya Watanî hat vekirin.
Naxweşxane bê pere hemû alîkariyên tendirustî pêşkêşî xelkê kantonê û gundewarên wê dike.
Li gorî Rêveberiya nexweşxaneyê, armanca wan a sereke pêşxistina asta lênihêrîna tenduristiyê ya ji bo jinên ducanî û zarokên nûbûyî ye. her wiha kêmkirina buhayên nexweşxaneyan û çûn û hatina ji deverên dûr e.