Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN TIL HEMÎSÊ BI MEŞEKÊ ASTENGKIRINA KONVOYA ALÎKARIYAN ŞERMEZAR KIRIN

Şêniyên bajarokê Til Hemîsê îro ji bo şermezarkirina polîtîkeyên desthilata şamê û astengkirina konvoya alîkariyan, meşek lidarxistin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclîsa Til Hemîsê bi beşdariya bi sedan şêniyan, Rêxistinên jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Partiya Muhafizkaran dest pê kir.

Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina polîtîkeyên desthilata şamê li çerxereya şehîdan veguherî mîtingê.

Di mîtingê de li ser navê Kongra Star û Meclîsa bajarokê Til Hemîsê axaftin hatin kirin.

Axêveran di axaftinên xwe de piştgiriya xwe ji bo xelkên li perava Sûriyê nîşan dan û bang li desthilata nû ya şamê kirin ku dawî li kiryar û dorpêça li peravê bîne.