Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN HESEKÊ ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊN MIROVÎ BO PERAVA SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, bi xwepêşandanekê astengkirina alîkariyên mirovî ji bo xelkên li perava Sûriyê, şermezar kirin.

Xwepêşandan ji taxa El-Salihiyê ya bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi stadyuma şehîdên El-Miftî ve berdewam kir.

Li stadyuma şehîdên El-Miftî meşê vegiherî mîtingê, welatiyan wêneyên komkujiyên li perava Sûriyê pêk hatine û pankartên şermezarkirina komkujiyan, hilgirtin.

Di mîtîngê de xwepêşanderan deqeyek rêzê ji bo canê şehîdan girtin. Piştre yek ji endamên karwanê alîkariyên mirovî Ebdulxenî Oso axaftin kir.

Ebdulxenî Oso diyar kir ku ji erkên wan e ku bi hemû pêkhateyên ku rastî neheqiyê tên bibin yek û di demên awarte de piştgiriyê bidin wan.