Kanala ROJAVA TV

MALA ÊZDIYAN A AMÛDÊ AMADEKARIYÊN CEJNA ÇARŞEMA SOR DIKIN

 

Mala Êzdiyan ya bajarê Amûdê amadekariyên şahiya cejna Çarşema sor ku dê sibe li gundê Dugirê yê Amûdê were lidarxistin, dike.
Di vê rojê de Êzîdî bi rê û resmên xwe yên weke rengînkirina hêkan amadekariyan dikin.
her wiha di sibeha cejnê de cil û bergên xwe yên filoklorî li xwe dikin û serdana gorên miriyên xwe dikin.
Sibe 16’ê Nîsanê ye û li gorî Salnameya Rojhilatî sersala êzdiyan an ku cejna çarşema sor e ku dê Êzîdiyên herêmê şahî û merasîmên pîrozbahiyê yên berfireh li dar bixin.