Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ ŞEHÎD ŞERVAN OCELAN HAT OXIRKIRIN Û DU CANGORÎ HATIN BIBÎRANÎN

 

xelkên taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê Şervanê QSD’ê şehîd Şervan Ocelan oxir kirin, her wiha mersîmeke xiyabî ji bo şehîd Şervan Gerîla û Hikmet Kirad lidarxistin.
Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir hat wergirtin û ber bi goristana şehîdên berxwedana şêxmeqsûdê ve hat birin.
Di merasîma oxirkirina şehîd Şervan de, piştî qeqeyeke rêzgirtin axaftin li ser navê meclîsa malbatên şehîdan,hêzên ewlehiya hundirîn û malbata şehîd ve hat kirin.
Di axaftinan de sersaxî hat xwastin û soza mezinkirin û parastina xeta şehîdan hat tekezkirin.
Piştî axaftinan şehîd Şervan Gerîla û Hikmet Kirad hatin bibîranîn.
Her wiha nameya dawî ya Şehîd Hikmet Kirad hat xwendin û strana şehîd Şervan Gerîla hat vêxistin.
cenazeyê şehîd Şervan bi dirûşman hat veşartin.