LI ZANÎNGEHA ROJAVA DERBARÊ HIŞYARIYA LI HEMBER MADEYÊN HIŞBERÊ SEMÎNEREK HAT DAYÎN
Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê îro ji bo hişyariya li hember bikaranîna madeyên hişbirê, semînerek li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo da.
Beşdarên semînerê anîn ziman ku, divê her dem semînerên bi rengî bo xwendekar û ciwanan werin dayîn, da ku nifşeke saxlem ava bibe.
Yek ji rê û rêbazên şerê taybet ku dewletên desthilatdar pê civakan hedef digire û ciwanên wê bê rol dike, madeyên hişbir e.
Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê îro ji bo hişyariya li hember bikaranîna madeyên hişberê, semînerek li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo da.
Semîner bi beşdariya bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê hat lidarxistin.
Di semînerê de sînefizyonek li ser zirarên madeyên hişbirê yên li ser civakê û mirovan her wiha çawaniya xweparastina ji vê madeyê hat pêşandan.
Endama Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Darîn Ehmed diyar kir ku armanca wan ji dayîna semînerê parastina ewlehiya herêmê ye.
Xwendekarên zanîngeha Rojava jî ku beşdarî semînerê bibûn anîn ziman ku divê her dem semînerên bi rengî di xwendekar û ciwanan de werin dayîn, da ku nifşeke saxlem ava bibe.
Di dawiya semînerê de piştî nirxandinan, deriyê nîqaş û pirsan li ber beşdaran hat vekirin da ku nêrînên xwe parve bikin.