HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER JI BO ELEWIYAN BÛYE NAVENDA EWLEHIYÊ
Di encama zext û tirsa ji qirkirina sîstematîk de ku li parava Sûriyê pêk tê, bi dehan Elewî neçar man ku ber bi herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin.
Elewiyên ku berê xwe dane bajarê Qamişlo ji Kamîreya Rojava Tv re behsa şahidiyên xwe kirin û gotin, armanc ji kiryarên li Hums û perava Sûrî, qirkirina Elewiyan e.
Makîneya şer a li Sûriyê, piştî rûxîna rêjîma Baas û hatina desthilata nû, êş û azarên gelê Sûriyê zêde kir.
Vê carê li herêmên parava Sûriyê, xelkên Elewî hatin kuştin û koçberkirin û êşa herî mezin para wan bû.
Di encama zext û tirsa ji qirkirina sîstematîk de ku li parava Sûriyê pêk tê, bi dehan Elewî neçar man ku ber bi herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin.
Jina Elewî ya bi navê Lûbane ku li gel du zarokên xwe, xwe gihandiye Qamişlo, ji rojava tv re behsa şahidiyên xwe ya ji kiryaran re kir.
Li gorî agahiyên ku Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan di 14ê Nîsanê de belav kirine, Hêzên Desthilata Şamê û çekdarên wê, zêdetir 340 welatiyên sivil ku piraniya wan ji kêmnetewa Elewî ne, kuştine.