CIWANÊN ÊZIDÎ YÊN HELEBÊ AMADEKARIYÊN PÎROZKIRINA CENJA ÇARŞEMA SOR DIKIN
Sibe li gorî Salnameya Rojhilatî sersala cejna Kurdên êzidî ye ku weke “Cejna Çarşema Sor” jî tê naskirin.
Hinek taybetmendiyên balkêş yên vê cejnê hene ku nabe, di meha nîsanê de erd werin cotkirin, ji ber ku piraniya kulîlk û giyayan di vê mehê de dipişkivin. Her wiha zewc jî qedexe ye, ji ber ku meha Nîsanê weke “Bûka Salê, di ser xwe re bûk nîn e” tê binavkirin.
Bi nêzîkbûna Cejna Çarşema Sor re, Ciwanên Êzidî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekariyên xwe dikin, da ku derkevin ser dikeyê û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.
Sibe 16’ê Nîsanê li gorî Salnameya Rojhilatî sersala cejna Kurdên êzidî ye ku bi “Cejna Çarşema Sor” anku Sersala Êzidiyan jî tê naskirin.
Li gorî ola Êzidiyan, di roja Çarşema Serê Nîsanê de, Xweda Tawisê Melek şande erdê da ku jiyanê lê vejîne.
Bi nêzîkbûna Cejna Çarşema sor re, Êzîdî şahî û merasîmên pîrozbahiyê yên berfireh li dar dixin. Ev heyama demekê ye ku Kurdên Êzidiyan yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî amadekariyên xwe dikin.
Kurdên Êzidî yên her du taxan diyar kirin ku ew provayên xwe yên ji bo cejnê dikin û gotin ku ev cejn ji bo wan cejneke pîroz e.
Her wiha anîn ziman ku li gorî baweriya wan cejna Çarşema Sor afirandina gerdûnê temsîl dike, lewma Êzidî bi xwezayê ve girêdayî ne.
Gelek kevneşopiyên taybet bi vê cejnê hene ku nabe, erd were cotkirin an kolandin, ji ber ku gul, kulîlk û piraniya giyayan di vê mehê de dipişkivin. Her wiha ji ber ku meha Nîsanê weke “Bûka Salê, di ser xwe re bûk nîn e” tê binavkirin, zewac jî qedexe ye.