ENDAMÊN MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ SILAV DIKIN
Endamên mecilsa malbatên şehîdan ji ROJAVA TV re axivîn û berxwedana Bendava Tişrînê silav kirin û gotin, berxwedana gel û şervanan cihê rûmet û nîşana serkeftinê ye.
Her wiha dan zanîn ku, dê serkeftin para şervan, gel û dayîkan be yên ku li Bendava Tişrînê li ber xwe didin.
Zêdetirî 4 mehan e, şervanên QSD, YPG û YPJ Berxwedaneke dîrokî û bêhempa li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê dimeşînin û bendav bi xwîna şehîdan neqişandin.
Berxwedana Bendava Tişrînê li tevahîya herêmê belav bû û hêviyên gel yên ber bi azadiyê ve mezintir kirin, ji lewre gel jî ref bi ref berê xwe didin Bendava şehîdan.
Di vê derbarê de, endamên mecilsa malbatên şehîdan ji ROJAVA TV re axivîn û berxwedana Bendavê silav kirin û gotin, berxwedana gel û şervanan cihê rûmet û nîşana serkeftinê ye.
Her wiha Endamên meclisa malbatên şehîdan dan zanîn ku, dê serkeftin para şervan, gel û dayîkan be yên ku li Bendava Tişrînê li ber xwe didin.
Li gel berxwedana şervanan a li bendava Tişrînê Ji roja 8`ê Çileyê ve jî xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariyê bi moralekî bilind berdewam dikin.