Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ KONÊ SERSAXIYÊ JI BO 3 ŞEHÎDAN HAT DANÎN

 

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdên QSD’ê.

Bi sedan welatiyên Reqayê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û hêzên leşkerî berê xwe dan bin konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de axaftin hatin kirin. axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza tolhildanê dan.

Merasîma sersaxiyê bi diruşmeyên şehîd namirin û bijî berxwedana QSD’ê bi dawî bû.