Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ BI KOMXEBATEKÊ REWŞA TENDURISTIYÊ NÎQAŞ KIR

 

Desteya Tenduristiyê ya Herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristiyê komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komxebat bi beşdariya Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistinên tendurstiyê di bin dirûşmeya ”analîzkirina sîstema Tenduristiyê” hate lidarxistin.

Di komxebatê de li ser Rewşa Tenduristiyê, karînên wê qadê û astengiyan nîqaş hatin kirin.

Her wiha sinfezyonek jî li ser Danîna planên başkirina kalîteya tenduristîyê hate pêşkêşkirin.

Dê komxebat 2 Rojan li parka Azadî ya bajarê Qamişlo dewam bike.