Kanala ROJAVA TV

NAVENDA SERPEREŞTIYA CIVAKÎ DI NAV DERFETÊN KÊM DE XEBATÊN XWE DIDOMÎNE

Navenda Serpereştiya Civakî ji kêmbûna piştgiriya navneteweyî ya ku ji hêla rêxistinan ve tê pêşkêş kirin, astengiyan dikişîne.

Perwerdekar piştrast dikin ku berdewamkirina xebatên navendê wê jinan bihêztir bike.

Ji dema damezrandina xwe ve, Navenda serpereştiya Civakî ji bo aktîvkirina jinên ku ji kampa Holê vedigerin di nava civakê de, kar û xebateke bê rawestan dide meşandin.

Pêvajoya aktîvkirinê bi vekirina dewreyên çend pîşeyan yên weke dirûtin, çêkirina dermanên paqijiyê û hin pîşeyên din ên ku jin dikarin tê de bi ser bikevin, dest pê kir û pêl bi pêl jinan jê sûd wergirt.

Kamera Rojava Tv bi yek ji jinên ku ji bo perwerdeya pîşeyî hatibû vexwendin, Meryem El-Ehmed re hevdîtin kir û bi berfirehî li ser kar û xebatên navendê agahî girtin.

Navenda Serpereştiya Civakî em vexwandin ji bo perwerdeyê û ti kêmasî di karê wan de derneket.

me perwerde di pîşeya çêkirina alavên paqijiyê de wergirt.

Di perwerdeyê de jinên weke min ên ku ji kampa Holê vegeriyane û hin jinên Kantona Reqayê amade bûn û ji van perewerdeyan sûd wergirtin.

Piştî wê em daketin kar û me projeyên xwe dest pê kirin.

Navendê ti carî dev ji me berneda heya ku encamên perwerdeyan derket û me jê sûd wergirt.

Meryem El- Ehmed anî ziman ku kêmbûna piştevaniya navdewletî ji rêxistinên mirovî re, bandoreke neyînî li ser projeyên Navenda Serpereştiya dike ku hewlên aktîvkirina jinan di nava civakê de qels bike.

Di dema dawî de hin astengî derketin û hêşt ku em zorê bibînin, ew jî ku piştevaniya navdewletî ji projeyên navendê re sekinîn.

Berê her hefteyê carekê dihatin û serdana me dikirin û me jî xebata xwe li gor wê bihêztir dikir.

Niha em rastî pir kêmasiyan tên û alîkarî weke berê nayê dayîn.

Banga me ji aliyên peywendîdar re heye, ku piştevaniya navendê vegerînin û careke din li gel xebatkarên vî karî bisekinin.

Navenda Serpereştiya Civakî ya li Reqayê di Sibata sala borî de hate vekirin û dewreyên perwerdehiya pîşeyî yên cihêreng, pêşkêşî jinên ku ji kampa Holê vedigerin bajêr, kir.

Lê li vê dawiyê, metirsiya rawestandina kar heye.