Kanala ROJAVA TV

AMADEKARIYÊN KONGRA NETEWÎ YA KURDÎ BIDAWÎ ‎BÛNE ‎

PERWÎN YÛSIF - HEVSEROKA PYD'Ê ‎

Hevseroka partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Perwîn yûsif ‎derbarê lidarxistina kongra netewî ya kurdî ji Rojava TV re ‎ragihand ku amadekariyên kongrê netewî yê kurdî bidawî ‎bûne û tu pirsgirêk di nava partiyên siyasî de nema ne.‎

Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî yên ‎Kurdî xwe amade dikin ku kongreya netewî li dar bixin ‎da ku yekîtiyeke kurdî li herêmê sazbikin û bi yek dengî ‎mafê kurdan di sûriya nû de misoger bikin.‎

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn ‎Yûsif taybet li gel Rojava TV ragihand ku amadekariyên ‎lidarxistina kongrê netewî yê kurdî bidawî bûne û tu ‎pirsgirêk jî di nava partiyên siyasî de nema ne.‎

Perwîn yûsif mijarên ku dê di kongrê de werin nîqaşkirin ‎vegot û diyar kir ku, Kongra netewî ya kurdî dê ‎destkeftiyên şoreşa 19’ê tîrmehê biparêze.‎

Her wiha Perwîn Yûsif got, yekkirina nêrînên partiyên ‎kurdî li Rojava dê bandoreke erênî li tevahî aliyên ‎kurdistanê bike.
‎Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, partiyên siyasî li ‎rojavayê kurdistanê reşnivîsa yekîtiya kurdî û daxwazên ‎xwe amade kirin û dê di kongrê netewî yê kurdî de ‎ragihînin.‎
Heman çavkanî aşkere kir ku dê kongr bi beşdariya zêdeyî ‎‎300 delegeyî beriya 20’ê nîsanê li qamişlo were ‎lidarxistin.‎