Kanala ROJAVA TV

JINÊN CIWAN LI HELEBÊ JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞIYAN

 

Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Meş di bin dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” li Helebê hat li dar xistin.
Bi sedan Xwendekar, endamên meclis, komîn û saziyên sivîl tevlî meşê bûn.
Meş ji Dibistana Beraa Bin Malik a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê destpê kir û li Qada Cebanat veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Ebdo ve hate kirin.
Zeyenb Ebdo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.