Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ GERACA EFRÎNÊ AVA DIKE

 

Ji bo hêsankirina çûn û hatina di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bajarê Efrînê de, Şaredariya her du taxan, geraceke nû ya bi navê “Geraca Efrînê” ava dike.
Kerac di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li nêzî navenda Cemîl Horo ya çand û hunerê dikeve û bi firehiya 3 hezar metreyan, tê avakirin.
Karên avakirinê ji 6 rojan ve bê navber ji aliyê werşeyên kar yên Şaredariya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tê kirin û çaverê ye ku di demeke nêz de biqede.
Li gor Şaredariya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ev gav li ser daxwaza gel pêk hat, da ku mijara çûn û hatinê hêsantir bibe.