JI BO XURTKIRINA ROLA JINAN YA DI CIVAKÊ DE CIVÎNEK LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN
Bi armanca xurtkirina beşdariya jinan ya di civakê de û xurtkirina rola wan, îro civînek li kantona Reqayê hate lidarxistin.
Civîn bi hevkariya di navbera Ofîsa jin a MSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê de hate lidarxistin.
Bi dehan jinên ji saziyên sivîl û leşkerî, partiyên Siyasî û rêxistinên jinan li navenda MSD’ê ya li Reqayê amade bûn.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtin, rewşa siyasî ya li herêmê hate xwendin.
Her wiha xalên mîna rola jinan ya di avakirina civakeke demokratîk û wekhev de hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de komîteyek ji bo fêrkirina jinan û xurtkirina erka wan ya di civakê de ku ji 7 jinan pêk tê, hat avakirin.