PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ LI SERANSERÎ HERÊMÊ DEWAM DIKIN
Bi boneya roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan li kantonên Dêrazor û Reqayê, rêze çalakî hatin li dar xistin.
Çalakvanan diyar kir ku ew ê heya azadiya fîzîkî ya rêber Apo, têkoşîna xwe dewam bikin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin.
Bi vê boneyê li kantona Dêrazorê darên curbecur hatin çandin.
Di çandinê de xelkê kantonê, nûnerên ji meclisên herêmî, saziyên sivîl û endamên saziyên giştî yên kantonê amade bûn.
Bi giştî 350 darên cûrbecur li dergehê bajêr hatin çandin.
Kesên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku ew ê heta azadiya Fîzîkî ya rêber Apo di nava tekoşînê de bin.
Em weke jinên li kantona Dêrazorê, me îro bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiya dar çandinê li dar xist.
Em vê roja pîroz li Rêber Apo û jinên azadîxwaz û hemû gelan pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku di demek gelekî nêzîk de, rêber Apo azad bibe û em wî di nav xwe de bibînin.
Li hêleke din Meclisa Jinan a Meclisaa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li avahiya meclisê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, gerîlayên azadiyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadî, aştî û demokrasiyê ye.
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku tevî bangên aştiyê yên Rêber Abdullah Ocalan, lê dewleta Tirk tu gav neavêtiye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aştiyê bidomînin.
Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û zextên li dewleta Tirk bikin bila Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bike.
Di dawiya van rêzeçalakiyan de şahî hat li dar xistin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.