BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ LI SERANSERÎ KANTONA CIZÎRÊ RÊZEÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Li seranserî kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber APO rêzeçalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de 4’ê Nîsanê bi xurtî hat pîrozkirin û tekezî bi berdewamiya têkoşînê heta bi destxistina azadiya fîzîkî ya rêber APO hate kirin.
4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurdistanê û gelên azadîxwaz yên Cîhanê, rojeke bi wate ye.
Li seranserî Cîhanê di vê rojê de gel diherikin qadan û çalakiyên xwe yên pîrozbahiyê li dar dixin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ev heftiyeke bi boneya 4’ê Nîsanê rêzeçalakiyên cûda tên lidarxistin.
Şêniyên Qamişlo bi pêşengtiya Kongra Star li bajarokê Girbawî bi boneya vê rojê dar çandin.
Her wiha li ser navê PYD’ê axaftin hatin kirin û tekezî bi girîngiya vê roja bi wate ji bo wan û bi taybet ji bo jinan hate kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî duh li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo şahiyeke girseyî li dar xist.
Şahî bi beşdariya bi sedan ji Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Desteya Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl, pêk hat.
Di şahiyê de li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin, 4’ê Nîsanê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û soza xurtkirin asta têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.
Her wiha li Hesekê jî Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn bi boneya roja jidayikûna rêber Apo, Pêşengehek li dar xistin.
Pêşengeh li baxçeyê Xwendinê yê taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat li dar xistin.
Di pêşengehê de, tabloyên hunerî û wêneyên hunermendên hîlala zêrîn hatin pêşkêşkirin.