RÊYÊN BAJAROKÊ KESRAT Ê REQAYÊ TÊN ÇEKSAZKIRIN Û PAQIJKIRIN
Şaredaroiya Gel û Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê dest bi çeksazkirin û paqijkirina rêyên bajarokê Kesrat kirin.
Bi hatina demsala biharê re, şaredariya gel a kantona Reqa û gundewarên wê xebatên xwe yên xizmetê berfirehtir dike.
Şaredariya Gel a bajarokê Kesrat dest bi sererastkirin û paqijkirina rêyan, derdor darên li kêlek rêyên sereke û cihên derbasbûna kabloyên elektrîkê kiriye.
Ev xebat li ser du qonaxan hatin kirin, qonaxa sêyem jî çandina daran û birîna darên hilweşyayî girt nava xwe.
Li aliyekî din Desteya jîngehê ya kantona Reqayê kurteçîrokên ku peyamên hişyariyê li ser girîngiya parastina jîngehî dide, belav kir û gelek semîner û komxebat jî organîze kir.