RÊXISTINA STÊRK HEMLEYEKE ÇANDINA DARAN LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR
Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan, îro bi daxuyaniyekê hemleya çandin û belavkirina daran li gundê Elî Fero yê bajarê Qamişlo ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew wekî rêxistina stêrk hemû hewldanên xwe dikin ku çanda hezkirina xwazayê li gel zarokan ava bikin, ji lewra ew ê di hemleyê de 300 darên cûda, ji dîroka 25’ê Adarê heta 28’ê Adarê biçînin.
Li gorî bernameyê, dê di dîroka 25’ê Adarê de 62 dar li gundê Elî Fero werin çandin.
26’ê Adarê jî 50 dar li goristana sivîlan were çandin.
Her wiha dê rêxistin 100 dar li komînên zarokan biçîne.
Her weha dê di dîroka 28’ê Adarê de 88 dar li zarokên koçber werin belavkirin.
Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku li xwezaya xwe xwedî derkevin û parstina jingeha xwe bikin.