JINÊN ÊZIDÎ: BI SAYA FELSEFEYA RÊBER APO ÊZÎDÎ LI SER PIYAN MAN
Peyama Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan rastî pêşwaziyeke germ a êzidiyan hat.
Jinên Êzidî diyar kirin ku, peyama Rêber APO israra Êzidiyan a berxwedan û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe zêde kir.
Di 18’ê adarê de Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji gelê Êzidî re şand.
Rêber APO di peyama xwe de got, Divê gelê Êzidî li her dera lê ye bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike.
Peyama Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan rastî pêşwaziyeke germ a êzidiyan hat.
Endama Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyê Sûad Hiso diyar kir ku, peyama Rêber APO ya ji bo Êzidiyan israra wan a berxwedan û xwebirêxistinkirinê zêde kir.
Her wiha Berpirsa xebata êzidiyan li Efrînê Meryem Cindo kêfxweşiya xwe ya ji bo peyamê anî ziman û got, bi fikir û felsefeya rêber apo civaka êzîdî li ser piyan ma.
27 sibata borî rêber Abdulah ocalan ji bo çareseriya pirisgirêkên li Rojhilata navîn banga aştî û civaka demokratîkkir, her wiha di 8ê adarê jî nameyek ji jinan re şand.
Rêber APObi peyan û banga xwe hêviyên gelê kurd û gelên bindest ên ji bo azadiyê geş kir.