Kanala ROJAVA TV

SEYDAYÊ TÎRÊJ DI SALVEGERA 23’AN A KOÇA XWE DE HAT BIBÎRANÎN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê di salvegera 23’yemîn a koça dawîn a helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj de, şevbuhêrkeke hunerî li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di şevbuhêrkê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên kantonana Cizîrê Ebûd Mexso helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj bi bîr anî û got: “Helbestvanê nemir di serdemkê de jiya ku çanda Kurdî qedexekirî bû.”

Kurê helbestvanê nemir, Cemal Tîrêj jî apasiya Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê kir û hêvî kir ku hemû wêjevan û helbestvanên nemir werin bibîranîn.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana helbestvanê nemir Seydayê Tîrêj hat pêşandan, helbestvanan helbest û stranên ji gotinên helbestvan Seydayê Tîrêj, xwendin.