KONFERANSA JINÊN KURD LI ROJAVA BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya 300 delgeyî ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr,û rojnamevan her wiha jinên ji Heleb û Şamê li Parka Azadî yê bajarê Qamişlo hat lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava di bin dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” Piştî nirxandin û giftugoyan, encamnameya wê hate eşkerekirin.
di konfiransê de çalakvan û Hiqûqnas Bêrîvan Yûnis ji Rojava Tv re da xuyakirin ku ji demeke dirêj ve amadekariyên lidarxistina Konfiransê dihat kirin, lê ji ber rewşa ku herêm tê re derbas dibe hatibû talûqkirin.
ji aliyê xwe ve berdevka komîteya têkilî û tifaqên Demokratîk ya Kongira Star Rîhan Temo anî ziman ku ji bo parastina destkeftiyan pêwîstî bi mezinkirina tekoşînê heye.
ji giringtirîn xalên encamnameya Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan ji bo çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê ku xwediyê girîngiyek mezin û dîrokî ye.