Kanala ROJAVA TV

XELKÊN REQAYÊ BI COŞEKE MEZIN PÊŞWAZIYA CEJNA REMEZANÊ DIKIN

MAZIN EL HAC - FIROŞKAR

Xelkên bajarê Reqayê ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê, dadikevin bazarê û kelûpelên cejnê dikirin.

Bi sedan xelkên bajêr li bazarê belav dibin û li dikanên cilan radiwestin.

Xwediyên dikanan li bazarê ji Rojava Tv re axivîn û kêfxweşiya xwe bi hatin cejnê re nîşan dan.

Bazirganan diyar kirin ku cejna îsal ji ya salên din cûdatir e, ji ber ku di vê cejnê de rêjîma Basê hilweşiya.

Her wiha diyar kirin ku buhaya madeyan û cilan li hemberî dolar erzan bûye.