Kanala ROJAVA TV

YEKEMÎN KONFERANSA JINÊN KURD LI ROJAVA HAT LIDARXISTIN

Yekemîn Konferansa Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya nêzî 300 jinan li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

jinan di konferansê de gotin armancên wan ji konferansê yekkirina nerîna siyasî ya jinên kurd e.

Yekemîn Konferansa Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya nêzî 300 jinên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Piştî axaftinan, rapora rewşa siyasî ya Kurdistan û Sûriyeyê hat xwendin.

Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin nirxandin.

piştre jî deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin da ku nirxandinên xwe pêşkêş bikin.

Endama Komîteya Amadekar Ya Konfiransê Emîne Osê got, armancên wan ji konferansê yekkirina nerîna siyasî ya jinên kurd e.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Armanc Mihemed jî anî ziman ku divê hebûn û rola jinan li seranserî sûriyê were xuyakirin.

Konferansa Jinên Kurd bi encamnameyeke ku ji 12 xalan pêk tê bi dawî bû. Tê de hate tekezkirin ku birêxistinbûn û yekîtiya jinan ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê rêbaza sereke ye.