Kanala ROJAVA TV

YRA’YÊ JI BO HUNERMENDÊ SÛRÎ SEMÎH ŞIQÊR CIVÎNEKE ÇAPEMENIYÊ LI DAR XIST

 

Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo hunermendê sûrî Semîh Şiqêr civîneke çapemeniyê li Qamişlo li dar xist.

Semîh Şiqêr kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û beşdariya pîrozbahiya Newrozê anî ziman.

Semîh Şiqêr bal kişand ser ezmûna jinan a li herêmên Rêveberiya Xweser û wek ezmûneke “bêhempa û mînak” wesifand.

Her wiha diyar kir, Me hêvî dikir ku piştî rûxandina rejîmê, Sûriye bi rengekî cuda were avakirin, lê rewşa heyî fikrê paşverû nîşan dide ku aliyên din dûr dixe û yek rengî serwer e.

Hunermendê sûrî Semîh Şiqêr aşkere kir, wî hevdîtin li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.