DÊ KONGEREYA NETEWEYÎ KURDÎ LI ROJAVA DI DEMEKE NÊZ DE WERE LIDARXISTIN
TELAL MIHEMED - SEKRETERÊ PARTIYA AŞTIYA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ
Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed derbarê lidarxistina kongreya netewî ya kurdî û amadekariyên wê de taybet li gel rojava tv axivî.
telal mihemed got, pêwîstiya qonaxê bi kongreyê niştîmanî yê kurdî li rojavayê kurdistanê heye û niha jî amadekarî jê re têne kirin.
Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê hevdîtin û civîn ji bo yekkirina Partî û aliyên Siyasî tên lidarxistin.
Her wiha ji bo yekkirina nerîna kurdî jî amadekariyên lidarxistina kongreyekî niştîmanî kurdî tê kirin.
Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed da zanîn ku pêwîstiya qonaxê bi kongreya niştîmanî yê kurdî li rojavayê kurdistanê heye û niha jî amadekarî jê re têne kirin.
Mihemed diyar kir ku divê qonaxa nû ya sûriyê yekbûna Kurdan bûye erkeke lezgîn ji bo avakirina siberoja welat.
herî dawî 18’ê adarê civînek di navbera ENKS’ê û PYD’ê bi beşdariya fermandarên giştî yên QSD’ê Mazlûm Ebdî û rohlat efrîn de hatibû lidarxistin.
derbarê de jî fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî peyamek li ser hesabê xwe yê X’ê belav kir û got, civîn gava yekemîn ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî bû.