ALDAR XELÎL: EM Ê BI RIHÊ NEWROZÊ SÛRIYA NÛ AVABIKIN
ALDAR XELÎL – ENDAMÊ DESTEYA HEVSEROKATIYA PYD'Ê
Endamê desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ku beşdarî newroza bajarê dêrikê bibû taybet li gel Rojava Tv cejna newrozê pîroz kir û tekez kir ku newroz ne tenê ji bo gelê kurd e lê belê cejna tevahî sûriyan e.
Aldar Xelîl got divê bi rihê newrozê em sûriya nû avabikin ku têde mafê tevahî pêkhateyan parastî be.