ÇALAKVANÊN QAMIŞLO LI DIJÎ REŞNIVÎSA DESTÛRÎ XWEPÊŞANDANEK LIDAR XISTIN
Bi dehan çalakvan û kesayetiyên siyasî li bajarê Qamişlo, li dijî reşnivîsa destûrî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, xwepêşandanek li ber stadyuma 12’ê adarê lidar xistin.
Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê çalakvanan ve hatin kirin.
Çalakvanan di axaftinan de helwestên xwe yên redkirina destûra nû nîşan dan û gotin, destûra nû ya Sûriyê nûnertiya kurdan nake.
Pişt axaftinan, xwepêşandêr ji ber deriyê stadyuma 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo ber bi navenda UN ya li taxa Siyahî ve meşiyan.
Xwepêşandêran pankartên ku li ser wan nerazîbûnên xwe ji destûrê re nivîsîbûn bi deriyê navenda UN xistin.