LI REQAYÊ BÊDENGIYA LI HEMBER KIRYARÊN TIRKIYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Ofîsa parastina zarokan û Desteya Jin a kantona Reqayê bi daxuyniyekê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hember kiryarên Erdogan bê deng nemînin.
Ofîsa parastina zarokan û Desteya Jin di destpêka daxuyaniya xwe de komkujiya ku dewleta Tirk derheqê malbateke kobanî de pêk anî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dîroka dewleta Tirk bi sûc û komkujiyan tijî bûye, dewleta tirk rasterast li ber çavên cîhanê û bêyî ku hesab jê were xwastin zarokan qetil dike.
Ofîsa parastina zarokan û Desteya Jin a kantona Reqayê diyar kirin ku, êşa komkujiya gundê Berxbotanê dê ti carî neyê jibîrkirin û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hember kiryarên Erdogan bê deng