Kanala ROJAVA TV

EVÎN CUMA: DI KOMKUJIYÊN BERAVÊN SÛRIYÊ DE HEJMAREKE MEZIN JI JIN Û ZAROKAN HATINE KUŞTIN

EVÎN CUMA - RÊVEBERA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN A CIZÎRÊ

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku li gorî dîmen û wêneyên ku ji wan re hatine, komkujiyên mezin li dijî gelê Elewî hatine kirin.
Her wiha Evîn Cuma anî ziman ku divê ev kiryarên li dijî pêkhateya Elewî werin belgekirin û sucdar werin cezakirin.

Ji 6’ê Adarê ve li herêmên perava Sûriyê di navbera çekdarên desthilata Şamê û komên çekdar de şerekî giran rû dide.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ta niha di encama êrîşên hêzên desthilata Şamê de nêzîka hezar sivîl hatine kuştin.

Derbarê mijarê de, Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma beşdarî bernameya Şopîner ya televezyona me bû û nirxandin kir.

Evîn Cuma diyar kir, li gorî dîmen û wêneyên ku ji wan re hatin, komkujiyên mezin li dijî gelê Elewî hatine kirin.

Her wiha Evîn Cuma anî ziman ku divê ev kiryarên li dijî pêkhateya Elewî werin belgekirin û sucdar werin cezakirin.

Piraniya niştecihên Beravên Sûriyê bi eslê xwe elewî ne. Her wiha berav weke deverên giring û stratejîk ên Sûriyê tên naskirin. Li gorî amaran hejmara elewiyan ya li Sûriyê jî 2 milyon kes in.