Kanala ROJAVA TV

PLATFORMA DIYALOGA JINA A NIŞTÎMANÎ FORUMA XWE YA DUYEMÎN LI DAR XIST

Platforma diyaloga jina a Niştîmanî ya Sûrî Foruma xwe ya duyemîn li bajarê helebê lidarxist.
Foruma bi dirûşmeya ” rola jin di avakirina Sûriya nû de ” bi beşdariya nêzî 60 jinên ji pêkhate û beşên cuda yên civakê, çalakvanên sivîl, rojnamevan, akademîsyen, Bijîşk, çalakvanên siyasî, civakî û nûnerên Meclisa sûriya demokratîk hate li darxistin.
di Forumê de, Platforma diyaloga jina a Niştîmanî ya Sûrî û armancên wê hatin danasîn, paşê dest bi nîqaşên derbarê, rola jinan ya di avakirina sûriya pêşerojê de hate kirin.
piştî nîqaşan Foruma bi encamnameykê bi dawî bû û têde hate tekezkirin ku ji bo avakirina sûriyeke demokratîk, divê pirrengiya civakî û olî li sûriyê were berçavgirtiin û rola jin di nava sûriyê de were misogerkirin.