Kanala ROJAVA TV

TURNOVEYA FUTBOLÊ YA ŞEHÎD HENÛŞ BEKÎ LI ZANÎNGEHA KOBANÊ BI DAWÎ BÛ

Turnoveya Fotbolê ya Şehîd Henûş Bekî ya Zanîngeha Kobanî, îro bi serkeftina tîma Rêveberiya Qanûnê li hember tîma Peymangeha Zanistên Perwerdeyê bi dawî bû.
Di maça dawî de, bi dehan rêveberên Zanîngeha Kobanê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê, werzişvan û xwendekarên Zanîngeha Kobanê amade bûn.
Maça dawî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştre lîstokvanan dest bi maça xwe kirin û di encamê de tîma Rêveberiya Qanûnê li hemeber tîma Peymangeha Zanistên Perwerdeyê bi ser ket.
Di dawiyê de, zanîngeha Kobanê xelat û diyarî li xwendekaran belav kirin û mertalek diyarî malbata şehîd Henûş Bekî kir.